Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsekî Goran: Di avakirina hikûmetê de PDK û Goran nêzîkî hev bûne

Hewlêr-KDP.info- Hewlên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê berdewam in û berpirsekî Tevgera Goran jî dibêje, jihevtêgiheştinek û nêzîkbûnek di navbera PDK û Goran de çêbûye.

Parlamenterê berê yê Goran Kardo Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Goran ji bo beşdariya de hikûmeta nû de bernameyek amade kiriye û danûstandinan ligel PDKê dike. Niha avakirina hikûmetê li ser lihevkirina PDK û YNKê maye, ji ber ku eger ew lihev bikin dê rêkeftineke 3 alî çêbibe.”

Kardo Mihemed wiha got: “Jihevtêgiheştinek û nêzîkbûnek di nabera me û PDKê de heye, lê em negihîştine rêkeftina dawî. Em rêkeftina PDK û YNKê wek tiştekî baş dibînin. PDK jî ji me re gotiye ku em dixwazin hikûmetê li ser bingeha bernameyekê ava bikin.”