Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îspanya: Em dixwazin pêwendî û têkeliyên me bi Kurdistanê re bihêz bin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Îro 9.2.2019 Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê Xwan Xosyê Îskobar Stênman û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtina ku Konsulê fexrî yê Îspanya li Hewlêrê amade bû, pêwendiyên dûalî yên Hewlêr û Madrîd, û pêşhat û rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî jibilî ku spasiya gel û hikûmeta Îspanya kir ji ber piştevaniya wan ji Herêma Kurdistanê re, herwiha tekez kir li ser pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên dûalî. Mesrûr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê giringiyê dide pêwendiyên xwe yên ligel Îspanya û dixwaze ew pêwendî di hemû waran de zêdetir bihêz bibin.

Di wê hevdîtinê de, balyozê Îspanya jî got ku ew rêz û hurmeteke mezin ji qurbaniyên gelê Kurdistanê yên di şerê li dijî terorîstan û ji hewl û têkoşîna gelê Kurdistanê bo pêşerojeke geştir, digrin. Herwiha tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanya de di warên cuda de, biihêztir bibin.

Mesrûr Barzanî û Balyozê Îspanya rewşa giştî ya navçeyê û avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirin.