Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Sirîlanka li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Sirîlanka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser geşkirina pêwendiyên di navbera herdû aliyan kirin.
Îro Çarşema 06.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nîrancan Asuka Ranasîng Balyozê Sirîlanka li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê wan û li warê bazirganî û abûrî û geştuguzariyê de hate nirxandin û tekez li ser geşkirina pêwendiyên di navbera herdû aliyan kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de Balyozê Sirîlanka li Iraqê bi kurtî behsa ezmûn û dîroka welatê xwe di warê çalakiyên abûrî û geştuguzariyê de kir.