Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Almanya: Rol û pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Almanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Almanya got ku Herêma Kurdistanê xwedî rol û pêgeheke pir girîng e û welatê wî dê berdewam be li ser alîkariya Kurdistanê.

Îro Sêşema 5.2.2019 Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Almanya li Bexdayê, Cyrill Nunn û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku konsûla Almanya li Hewlêrê jî amade bû, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya û çend mijarên din hatin axaftin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê rola Almanya di piştevanîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de bi taybetî vekirina nexweşxaneyeka pêşketî bo Pêşmerge, girîng nirxand û tekestî li ser berfirehkirin û bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Almanya kir.

Mesrûr Barzanî herwiha da xuyakirin, Herêma Kurdistanê di hemû waran de reforman dike û di vê mijarê de jî bi welatên xwedan ezmûn yên mîna Almanya re dişêwire û vê yekê jî lazim dibîne.

Balyozê Almanya jî behsa girîngiya rola Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo berfirehbûna pêwendiyên Kurdistan û Almanya di gelek waran de anî ziman.

Wî dîplomatê Almanî destnîşan kir ku dê Almanya li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina Kurdistanê berdewam be û got, vekirina nexweşxaneya Pêşmerge beşek ji wezîfeyên welatê me li hember rol û mêrxasiya Pêşmerge bû.

Di beşeke din a civînê de behsa tirsa jînbûna terorê bi taybet DAIŞê hat kirin ji ber wê jî tekesî li ser hevkariya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê hat kirin. Di vir de Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê daxwaz kir ku mekanîzmek were dîtin bo çareserkirina rewşa aloz ya deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet Kerkûkê.

Di dawiyê de behsa pêkanîna hikûmeta Kurdistanê û pêwendiyên partiyên siyasî yên Kurdistanê hat kirin.