Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Me û YNKê li ser 3 xalan lihev kir

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed li ser civîna YNK û PDKê daxuyaniyek da û got ku PDK û YNK li ser 3 xalan lihev kirine.

YNK û PDK îro li ser çend pirsan mîna avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê civiyan. Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser naveroka civînê daxuyaniyek da û ragihand, PDK û YNK li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Berdevkê PDKê wan mijarên ku di civînê de her du partî li ser wan gihîştine rêkeftinê, wiha aniye ziman:

Yekem: Biryar hat dayîn lêjneya hevbeş a nivîsandina rêkeftina siyasî ya navbera herdu partiyan di demek kurt de têksta rêkeftinê amade bike û pêşkêşî polîtburoyên herdu partiyan bike û ew jî biryara dawî bidin û îmze bikin.

Duyem: Biryar hat dayîn Parlementoya Kurdistanê roja 18 vê mehê bicive.

Sêyem: Biryar hat dayîn endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja 18 vê mehê li Hewlêrê bicivin da ku arîşeyên wê parêzgehê bên çareserkirin.