Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Almanya: Serok Barzanî bo hemû gelê Kurd li Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî Balyozê Almanya li Iraqê û Konsola Almanya li Hewlêr kir û nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê bi şanda Almanî ragihand. Balyozê Almanya jî got, Serok Barzanî bo hemû gelê Kurd li Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e.

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, roja sêşem 05.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Hikûmeta Almanya kir ku ji Cyrill Nunn Balyozê Almanya li Iraqê û Barbara Wolf Konsola Almanya li Hewlêr pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê bal kişand li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Kurdistanê û da zanîn ku Almanya di warê hevkariya mirovî û vegerandina aramiyê li Iraqê de kar dike.

Herwiha jibilî balkişandinali ser pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya ji bo welatê xwe, diyar kir ku Serok Barzanî ji bo hemû gelê Kurd li navçeya Rojhilata Navîn cihê hêviyeke mezin e.

Her li vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê hat nirxandin û herwiha ronahî xistin li ser pêşhatekên dawî û metirsiyên terorê û tundrewiya li ser asayîşa Iraq û navçeyê.

Di beşeke din a vê civînê de, di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja Kurd li wî welatî de danûstandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda Almanî ragihand.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî jibilî balkişandina li ser wan keşûhewaya erênî ku di navbera her du aliyan de hatiye holê, tekez li ser rêkarên siyasî û aştiyane û diyalogê yên li ser çareserkirina peywendiyên Herêm û Bexda kir.