Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Almanya: Emê li ser alîkariyên serbazî bo Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Almanya yê li Iraqê civiya û di civînê de balyoz Serel Non tekezî li ser berdewambûna alîkariyên serbazî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê kir.

Îro Sêşema 5ê Sibata 2019an, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Serel Non û Konsula Almanya ya li Herêma Kurdistanê Barbara Wolf kir.

Di civînê de şanda Almanya kêfxweşiya xwe li hember hevdîtina bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re nîşan da û bi amajedan bi alîkariyên serbazî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê, tekezî li ser berdewamiya wan alîkariyan kir.

Şanda Almanya herwiha qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û parastina hemû pêkhateyan bê ti cudahiyekê jî bilind nirxand.

Balyozê Almanyayê, Serel Non di hevdîtinê de amaje bi wê yekê kir, ku di dema serdana meydanî ya Wezîrê Derve yê Almanya de bo sengerên şerê li dijî DAIŞê, ew rastî ji wan re xuya bûye û behsa vekirina nexweşxaneyeke taubet bi çareserkirina pêşmergeyan li Hewlêrê kir, ku ji aliyê welatê wan ve hatiye çêkirin û radestî Wezareta Pêşmerge hatiye kirin.

Di civînê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana vê şandê û herwiha spasiya alîkariyên serbazî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê di demên zehmet de kir û pesnê Almanyayê da, bow ê diyariya ku pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye ku di asta qurbanîdana Pêşmerge de ye.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hemahengiya navbera dezgehên ewlehiyê yên herdu aliyan li wan navçeyên ku metirsî heye, DAIŞê li wan deran serî rake, hatin gotûbêjkirin.

Herwiha serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku çend civîn di navbera herdu aliyan de hatine encamdan û mekanîzmeke guncaw hatiye danîn, jibo ku hemahnegî di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hebe.

Geşedanên herî dawî yên navçeyê û gotûbêjên siyasî li Herêma Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de hatin gotûbêjkirin.