Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê kir

Roja sêşem 05.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Hikûmeta Almanya kir ku ji Cyrill Nunn Balyozê Almanya li Iraqê û Barbara Wolf Konsola Almanya li Hewlêr pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê balkişand li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Kurdistanê û eve jî xisterû ku Almanya li warê yarmetiya mirovî û vegerandina aramiyê li Iraqê da kar dike. Her wiha ji bilî balkişandina pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya ji bo welatê xwe, wê yekê xisterû ku Serok Barzanî ji bo hemû gelê Kurd li navçeya rojhilata navîn da cihê hêviyeke zêdeye.

Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda hate nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser pêşhatekên dawî û metirsiyên terorê û tundrewiya li ser asayîşa Iraq û navçeyê.

Li beşekî dinê vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja Kurd li wî welatî de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda Almanî ragihand.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wan keşûhewaya erênî ku li navbera her dû aliyan de hatiye holê, tekez li ser rêkarên siyasî û aştiyane û diyalogê ya li ser çareserkirina peywendiyên Herêm û Bexda kir.