Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Biro: Serok Barzanî got ku ewê alîkar be di danûstandinên “Navçeya Aram” de

 

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Kurd di Şanda Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê derbarê civîna xwe ya ligel Serok Barzanî li Hewlêrê dibêje, “Serok Barzanî ji me re got ku ewê alîkar be di danûstandinên “Navçeya Aram” de, ji bo ku çareseriya siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê çêbibe.”

Duhî 2.2.2019 Serok Barzanî pêşwazî li şanda Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê kir, ku Serokê Desteyê Dr. Nesir Herîrî serokatiya wê şandê dikir û nûnerên ENKSê jî di wê şandê de cih digirtin.

Derbarê wê civîna ligel Serok Barzanî, endamê şanda Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê Îbrhîm Biro ku ew jî di civînê de amade bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku şanda Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê di dema derbasbûyî de serdana hejmarek mezin ji paytextên welatên herêmê û navdewletî kir, me xwest ku em serdana Hewlêrê jî bikin û ligel Serok Barzanî bicivin. Di wê civînê de, di serî de me spasiya cenabê Serok Barzanî kir ji ber ku ew piştevanê me bûye û ji ber ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê kiriye.”

Îbrahîm Biro wiha got: “Herwiha me daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola wî hebe di çareserkirina kirîza Sûriyê de, nexasim ku niha Amerîka biryar daye ku hêzên xwe ji Sûriyê vekşîbe. Em axivin ku çawa wm karibin ligel welatên navdewletî û herîmî kar bikin û rola Serok Barzanî di çareserkirina kirîza Sûriyê de hebe, da ku şer bidawî were û em karibin di vê qonaxê de alîkarê hev bin heta ku aramî li herêmê pêk were.”

Biro wiha domand: “Di civînê de, me danûstandinên siyasî yên ji bo pêşeroja Sûriyê gotbêjkirin û Serok Barzanî ji me re got ku ewê alîkar be di danûstandinên navçeya aram de, ji bo ku çareseriya siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê çêbibe.”

Îbrahîm Biro wiha dibêje: “Îro Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiye rasterast bi rewşa Sûriyê ve girêdayî ne, û ew navçeya ku hêzên Amerîka dê jê derkevin di sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye, lewma jî divê ligel welatên mezin rola wan jî hebe. Em dibînin ku Herêma Kurdistanê dê roleke sereke bibîne di alîkariya xelkê Sûriyê de, bi taybetî jî li navçeya rojhilatê Furatê de, da ku şer û zehmetî li wir nebe.”

Amerîka dixwaze li bakurê Sûriyê “Navçeya Aram”ava bike.