Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Yekîtiya Ewropa li ser pirsa gelê Kurd li Sûriyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Ewropî kir û nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurdan li Sûriyê nîşan da, û nêrîn û pêşniyarên xwe di derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li Sûriyê û pêşhatên nû de, eşkere kir.

Îro Çarşema 30.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrupa kir ku ji Jean-Christophe Belliard Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî û Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û Clarisse Pasztory Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrupa li Hewlêrê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de û herwiha proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê, wê yekê xisterû ku keşêkî erênî li navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û ji bo Yekîtiya Ewrupa aramiya Herêma Kurdistanê û baştirbûna pêwendiyên wan yên li gel Bexda gelek girîng e.

Di derbarê hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast û dirust pêngavan diavêje û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bibe mînakek ji bo cihên din ê navçeya Rojhilata Navîn. Tekez jî li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewrupa amade ye ji bo alîkarî û hevkarî û şêwiran û pêdana rawêjê bi Herêma Kurdistanê di warên kargêrî û çaksazî û darayî de.

Gefên terorê li ser asayîşa navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî jibilî ku behsa qurbanîdana xelkê Kurdistanê du şerê terorê de kir, got ku yên ku bi qehremanî û cangorî efsaneya DAIŞê şikand, Hêzên Pêşmerge bûn. Herwiha ragihand ku DAIŞ bi rûyê serbazî ve hatiye şikestin lê belê metirsiyên wê yên li Iraq û Sûriyê her mane.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û paşaroja gelê Kurd li wî welatî hat gotûbêjkirin û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurd li wir nîşan da, û herwiha nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawayiya çareserkirina kêşeyên gelê Kurd li Sûriyê û pêşhatên nû, ji şanda mêvan re eşkere kir.