Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bo Kurdistaneke bihêz, divê em ji Idrîs Barzanî fêr bibin

 

Pîran Emîr

Di çend salên derbasbûyî de, gelekî pesnê Idrîs Mistefa Barzanî hatiye dan û ew gotin ketine laperên dîrokê de. Idrîs Barzanî, ew kes e ku hêj gelek lêkolîn li ser wî gerek in ji bo ku em ji hikmet û kesayetiya wî ya mezin fêm bikin, ku piştî şikestinê çawa agir bi berfa çiyayan xist û dûbare ligel Serok Mesûd Barzanî şoreş vêxistin û di heman demê de ala aştî û tebayîyê di destê wî de bû.

Belê ew daynemoyê şoreşa Gulanê û xebata çiya û kevoka aştiyê bû, ku di raperînê de gihîşt astekê, ku tê gotin ti kesek wek Idrîs Barzanî nebûye. Ew di meydana xebat û rizgarîxwaza Kurdistanê de bi kar û ferman û helwestên xwe, bi temamî wek bavê xwe bû. Ew bi meydana xebat û pêşmergayetiyê ve girêdayî bû û tevahiya çiyayên Kurdistanê nas dikir. Idrîs Barzanî Pêşmerge û rewşenbîr û aştîxwaz û xwedî hizreke rewşen bû. Ew mekîneya tebayî û yekîtiya navmala Kurdî bû. Şorşgerekî mezin bû. Her wik Serok Mesûd Barzanî dibêje: “Ez dikarim Kekê Idrîs wênekî paqij û bêgerd bû ji Mistefa Barzanî. Hemû sîfatên Mela Mistefa di wî de bûn.” Erê şehîd Idrîs Barzanî bi rastî Pêşmerge û serkirdeyê rojên dijwar ên xebatê bû û xwediyê destkeftên Beyannameya 11ê Adara sala 70 bû. Xwediyê vejîna xebata gelê Kurd bû di dema şoreşa Gulanê de.

Niha PDK bi dirûşma “Ber bi Kurdistaneke Bihêz ve” kariye serkeftinên mezin bidestve bîne. PDK şerefa serokatiya Hikûmeta Kurdistanê bi deng û îradeya xelkê wergirtiye. Xelkê Kurdistanê jî çaverê be ku partiyên siyasî bi canê birayetî û jihevtêgiheştinê nêzîkî hev bibin û dersên tebayî û aştiyê ji Idrîs Barzanî fêr bibin û cîbicî bikin. Kar bibin ji bo ku bilez Herêma Kurdistanê geş û pêşketî bibe û ji nava pirsgirêkên navçeyê rizgar bibe.

Belê, pêwîst e wek çawa li Bexda û di mijara para Kurdistanê di budceyê Iraqê de û mûçeyê welatiyan de, me destê hev girt û me serkeftineke mezin di vê qonaxê de bidestve anî, pêwîst e em bi heman şêwe û heman rih kar ji bo qonaxa bê jî bikin, da ku em pêkve di Kurdistaneke bihêz de ber bi armancên bilindtir gavan bavêjin.