Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyaneke mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de koça dawî ya Mîrê Êzdiyan, Mîr Tehsîn Beg weke valahiyeke mezin bo Êzdiyan bi nav dike û hêvî dike, ku bi zanebûn û hîmeta hemû aliyan ev valahî were tijekirin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Îro serê sibeha, Dûşema 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir. Bi vê boneya xemgîn ez sersaxiyê li malbata mîr û zanayên olî yên Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê û herwiha li gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin dixwazim ku rihê xwedê jê razî Mîr Tehsîn bi rehmet û dilovaniya xwe şad bike û sebr û hedarê bide hemû aliyan.”

Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezin e ji bo xuşk û birayên Êzdî û ji bo me hemû aliyekî. Ez hêvîdar im bi hîkmet û hewla hemû aliyekî ew valahî bê tejekirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê bihêztir û kûrtir bibe.

Mesûr Barzanî

28.1.2018”