Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seyda: Kambaxiya ku hatiye serê Rojavayê Kurdistanê, ji destê PYDê ye

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew kambaxiya ku hatiye serê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, hemû ji destê PYDê ye.

Siyasetmedarê Rojava û serokê berê yê opozîsyona Sûriyê, Ebdulbasit Seyda ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê gelekî kambax û tengav e ji ber ku roj bi roj gef û tehdîd li ser wî beşê Kurdistanê zêdetir dibe.”

Ebdulbasit Seyda her wiha dibêje, ji ber wê jî pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi alîkarî û piştevaniyê heye, vêca çi li derve yan jî li hundir. Lê PYD li hember her gavekê astengiyen çêdike ji ber ku bi serê xwe gavan davêje û guh nade ti kesî.

Seyda wiha got: “PDK amade ye bi her kesî re kar bike tenê bi kurdan re na. Ev jî bûye sebeb ku metirsek mezin li ser doza kurd li Sûriyê çêbibe. Loma kambaxiya ku hatiye serê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, hemû ji destê PYDê ye. Serok Barzanî li Hewlêr û Duhokê çend caran hewl da ku Kurdên Rojava bike yek, lê PYD bû rêgir ji wê yekîtiyê re. Eger ew rêkeftinên Hewlêr û Duhokê cîbicî bibana, dê rewş niha ne ev ba.”

Bi nêrîna wî siyasetmedarê Rojava, siyaseta PYDê îflas kiriye lê dîsa jî dersan jê wernagire û li ser xeletiyên xwe îsrar dike.