Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Fransa: Kêfxweş im ku Barzanî dostê min e

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dibêje: “Ez kêfxweş im ku kesekî wekî Serok Barzanî dostê min e.”

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, îro li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Le Drian dema dixwast ber bi Fransayê ve biçe, ji rojnamevanan re behsa naveroka hevdîtinên xwe bi rayedarên Kurdistanê re kir.

Le Drian da zanîn ku ev şeşemîn car e ku ew wek wezîrê derve yê Fransa tê Herêma Kurdistanê û got, serdana vê carê ya dostanî, wefa, rêzgirtinê bû bo Kurdan.

Wezîrê derve yê Fransa behsa mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û wiha got: “Pêşmerge rolek mezin di şikandina DAIŞê de lîst. Ji ber wê jî hurmeta min ji Pêşmerge û Kurdistanê heye. Pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê dîrokî û qedîm in. Ji xwe pêwendiyên Serok Barzanî û serokên Fransa jî gelekî baş û pozîtîf in.”

Le Drian pesnê Serok Barzanî da û got: “Ez kêfxweş û bi şans im ku dostatiya min jî bi Serok Barzanî re heye.”

Le Drian behsa DAIŞê jî kir û got, tirsa wê yekê heye ku rewş dîsa xirab bibe. Bi taybet ew tiştên ku li bakûrê rojhilatê Sûriyê diqewimin, vê yekê nîşan didin. Ji ber wê jî divê hewlên cidî bo nehîştina vê metirsiyê bên dayîn.

Li ser rewşa Kurdên Êzdî jî Wezîrê Derve yê Fransa ragihan: “Kurdên Êzdî rastî gelek zehmetî û nexweşiyan hatin. Mixabin ew niha nikarin vegerin Şingalê. Ez hez dikim dosyeya Şingalê di asta navdewletî de were şopandin.”