Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û wezîrê derve yê Îranê rewşa Sûriyê û Kurdên Rojava gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Sûriyê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Îro 15.01.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda pê re kir.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, spasiya hewlên Serok Barzanî yên di rasterêkirina proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kir û ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Îranê gelekî girîng e.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji şanda mêhvan re got ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keşûhewayekî nû hatiye holê û Hikûmeta Kurdistanê ligel Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo çareserkirina wan kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de mane, hewl dide.

Di beşeke din a vê civînê de behsa rewşa Sûriyê hat kirin û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê ji Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re nîşan da.

Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê mijareke din a vê hevdîtinê bû û herdu aliyan tekez li ser dostayetî û pêwendiyên herdû aliyan de kirin.