Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Me rojên giran derbas kirin û em bi geşbînî li pêşerojê dinêrin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê rojên giran derbas kirin û ew bi geşbînî li pêşerojê dinêrin.

Îro 15.01.2019ê di dema beşdarbûna forma aborî ya navbera bazirganên Îranê û Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê de Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Ew qonaxa bi astengiyên giran vaye em derbas dikin, bi piştrastî ve qonaxeke nû destpê dike, ku qonaxeke bo çareseriya wan pirsgirêkên wan salên dawiyê de hatine pêş.”

Derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: “Pêwendiyên me li gel Îranê pêwendiyeke demdirêj û dîrokî û ferhengî ne. Ji ber wê berdewam em kar li ser pêşxistina wan pêwendiyan li gel Îranê dikin û hewl didin di çarçoveya yasayên navdewletî de pêwendiyên xwe pêş bixin.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku her îro 15.1.2019 wezîrê plandanîna Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir, ku bi armanca çareseriya wan pirsgirêkên ku hene û bên çareserkirin ew serdan pêk tê.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ji aliyê siyasî ve em piştevaniya temamî li hikûmeta Dr. Adil Ebdulmehdî dikin û hemû hewldanekê jî emê bidin ku ew pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene, di çarçoveya destûrê Iraqê de çareseriyek jê re bê dîtin.”

Piştî wê forma aborî li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û şandeke pê re civiyan.

Di civînê de, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Îranê û giringiya berdewamiya wan têkeliyan û hevahengî û hevkariya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îranê ji bona rûbirûbûn û biyekcarî nehêlana terorê, hatin gotûbêjkirin û herdu alî hevhizir bûn ku hêj metirsiya terorê li navçeyê maye û ji bona nehêlana wê divê hemû alî bihev re hevkar û hevaheng bin,

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Îranê kir ku di dema şerê dijî DAIŞê de hevkariya Herêma Kurdistanê kir û tekez kir li ser giringiya hevkarî û hevahengiya welatên navçeyê ji bona rûbirûbûna terorê û nehiştina wê.

Cewad Zerîf piştevaniya welatê xwe ji bo pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ku hemû pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Çewaniya geşkirina pêwendiyên di warê abûrî, bazirganî, kultûrî, çandinî, zanistî û di warên din de û nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.