Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fransa: Emê berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro danê sibê civiyan û di wê civînê de Deian got: “Emê berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Giştî yê Firansa li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkarên wî welatî amade bûn.

Di vê hevdîtinê de dawî pêşhat û guhartinên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçê hatin guftûgokirin û tekezî li girîngîpêdana لاه pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Fransa û Kurdistanê di warên cude de hate kirin.

Di destpêkê de Mesrûr Barzanî spasî li gel û hikûmeta Firansa û hewlên Serok Emmanuel Macron ji bo piştevanî û hevkariya bi Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku Fransa di tevahiya qonaxan de hevkar û piştevana mezin a xebata gelê Kurdistanê bûye.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê girêdayî bi proseya siyasî ya Iraqê ve, ronî xiste ser pêşveçûnên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û amaje bi wê kir ku bi berçavgirtina destûra Iraqê hewl bo nehîştina pirsgirêkan werin dayîn.

Her di wê hevdîtinê de derbarê eger û mercên rewşa Sûriyê de, tekezî li girîngiya aramkirina aloziyan û çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên wî welatî hate kirin, ku mafên hemû pêkhateyan lixwe bigire.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî di serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê de xwast û ronî xiste ser şêwazê ferehkirina pêwendiyan di navbera her du aliyan de û ragihand, pêwendiyên di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de dîrokî û girîng in. Herwiha xweşhaliya xwe ji qonaxa nû ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û dupat kir, welatê wî di piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de berdewam dibe.