Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Fransayê: Em piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin

 

 
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistan dubare kir.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro Duşemê (14.01.2019) piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt hat Hewlêr Jean-Yves Le Drian li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştre, Nêçîrvan Barzanî û L Jean-Yves Le Drian civiyan. Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek wezîr jî beşdar bûn, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.

Di civînê de tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gotûbêj û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Wezîrê Derve yê Fransa, kêfxweşiya xwe ji serdana Hewlêrê nîşan da û piştgiriya Fransa ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kir.

Drian herwiha daxwaza Parîsê ji bo pêşvebirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurditanê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, sipasiya piştgiriya berdewamiya Fransa ji bo Herêma Kurdistanê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di şerê DAIŞê de alîkar bû.

Nêçîrvan Barzanî, rola Serokomarê Fransayê Emmaneul Macron bilind nirxand ku di demên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kir, û deriyê dîplomasiyê li ber Herêma Kurdistanê vekir û Hewlêr û Bexda handan ji bo gotûbêjên çareseriya pirsgirêkan.