Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Serdana Cewad Zerîf bo Kurdistanê siyasî û bazirganî ye..Serdaneke erênî ye”

Hewlêr-KDP.info- Biryar e sibe Weîzrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf serdana Herêma Kurdistanê bike û berpirsekî Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew serdan hem siyasî û hem jî bazirganî ye ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de.

Berpirsê Pêweniyên Herêma Kurdistanê û Îranê Ebdulah Akreyî derbarê serdana Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew serdan hem siyasî ye û hem jî bazirganî ye. Ev demke dirêj e ku wezîrê derve yê Îranê serdana Herêma Kurdistanê nekiriye. Em herdû alî bi wê serdanê kêfxweş in. Ji aliyê bazirganî ve, dê şandeke bazirganî mezin bê Herêma Kurdistanê, ku gelek bazirganên mezin û berpirsên bazirganî tê de cih digrin û hejmara wan nêzîkî 400 kesî ye. Hatina wê şanda bazirganî bo Herêma Kurdistanê bi Cewad Zerîf re ji bo wê yekê ye ku di konfranseke bazirganî de beşdar bin.”

Ebdulah Akreyî wiha got: “Ew şanda bazirganî ya Îranê dê sibe li Hewlêrê ligel Ofîsa Pîşesazî û Bazirganî ya Herêma Kurdistanê derbarê têkeliyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, bicivin.”

Derbarê pêwendiyên siyasî jî, Akreyî ragihand: “Wezîrê Derve yê Îranê dê ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî û ligel Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bicive. Bêguman mebesta vê serdanê ji bo bihêzkirina pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, ji ber ku sînoreke dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de heye.”

Wî berpirsê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em hatina Cewad Zerîf bo Herêma Kurdistanê wek serdanke erênî dibînin, ji bo ku ew kêşe û pirsgirêkên ku hene bi danûstandin û bi gotûbêj bên çareserkirin. Herwiha ji aliyê bazirganî ve jî hebûna pêwendiyên bazirganî sûdê dighîne me herdû aliyan.”