Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dolemerî: Serdana wezîrê derve yê Fransa ji bo bihêztirkirina pêwendiyên Hewlêr û Parîs e

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransa ragihand ku ewê serdana Herêma Kurdistanê bike. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî jî dibêje, ew serdan ji bo çend mebestan e, wek bihêztirkirina têkelî û pêwendiyên Hewlêr û Parîs û piştgiriya li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê.

Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re derbarê hatina wezîrê derve yê Fransa bo Hewlêrê eşkere dike ku ew serdan ji bo çend mebestan e, wek bihêztirkirina pêwendiyên Hewlêr û Parîs û herwiha beşdariya şirketên Fransî di avakirina wan navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne.

Dolemerî wiha domand: “Metirsiya serhildana terorîstan li Iraqê heye, lewma jî beşek ji serdana wezîrê derve yê Fransa ji bo Hewlêrê ji ber wê yekê ye ku çawaniya jinavbirina wan terorîstan ligel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, her ku wezîrên Fransa serdana Bexdayê dikin, serdana Herêma Kurdistanê jî dikin. Pêgeha Herêma Kurdistanê ewqasî bihêz e ku ne tenê ji bo Iraqê, lê belê ji bo hemû cîhanê girîng e, ku serdana berpirsên mezin ên welatên mezin li cîhanê bo Hewlêrê nîşan didin ku çiqasî pêgeh û sitratîjiya Herêma Kurdistanê girîng e.”

Elî Dolemerî ragihand: “Herwiha wezîrê derve yê Fransa dê behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, ji ber ku eger pêwendiyên Hewlêr û Bexda nebaş bin, wê demê bandoreke xerab li ser navçeyê û Ewropa jî heye. Herwiha Fransa berdewam tekez dike li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê û dê di vê serdanê de dîsa piştgiriya Fransa ji bo wan mafên Kurdistanê nîşan bide.”