Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Amerîka hêzên xwe li navçeyên Kurdistanî bicîh kiriye.. Ji bo parastina xelkê ye”

Mûsil-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Berekat Şemo ragihand ku tirsa Amerîka ji wê yekê heye ku Heşda Şeibî navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê bi temamî bixe bin destê xwe de, lewma hêzên Amerîkî şandiye wan navçeyan.

Hêzên Amerîka li çend navçeyên Kurdistanî yên ser bi parêzgeha Mûsilê bicîh bûne, bi taybetî jî li nêzîkî Bendava Mûsilê. Ew hêz li çend navçeyên din ên Kurdistanî bicîh bûne.

Derbarê wê yekê de, Berekat Şemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Bicîhbûna hêzên Amerîka li Mûsil û derdora wê û li navçeyên Kurdistanî ji bo parastina xelkê wan navçeyan e, ji ber ku heta niha jî metirsiyeke mezin li ser xelkê wan navçeyan heye, ji ber vê yekê jî nahêlin xelkê wan navçeyan dîsa bên qirkirin û zilm li wan bê kirin.”

Şemo wiha got: “Heta niha rewşa Mûsil û Şingalê nearam e û çalakiyên DAIŞê li rojava û başûrê Mûsilê berfireh bûne û xelk heta niha di bin gefeke cidî de ne.”