Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Gefa DAIŞê li ser Kurdan gihîştiye nava Xaneqîn

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Mistefa dibêje, li nava bajarê Xaneqîn gef li Kurdan tê kirin û hêzên Iraqî jî li hemberî wan gefan bêdeng in.

Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Berê, girûpên çekdar bi navê DAIŞê li gundên derdora Xaneqîn gef li Kurdan dikirin û piraniya Kurdan ji ber wan bar kirin, ku 15 gundên Kurdan vala bûbe. Niha, gefa DAIŞê li ser Kurdan gihîştiye nava Xaneqîn, ku girûpên çekdarî yên 20 kesî çêbûne û li nava Xaneqîn gulan berdidin xelkê, ku beriya 2 rojan 2 zarok birîndar kirin û îro yek ji wan zarokan can da, ji ber ku birîna wî giran bû.”

Wî berpirsê PDKê li Xaneqîn wiha got: “Hêzên Iraqê ku Xaneqîn di bin destê wan de ye, li hemberî wan gefan bêdeng in û ti helwesteke wan tune ye. Divê ev rewş bilez were çareserkirin û Hêzên Pêşmerge vegerin Xaneqîn û ev yek daxwaza xelkê bajêr e.”

Şêx Ceifer Mistefa ragihand: “Ji ber wan gefên DAIŞê di vê dema derbasbûyî de zêdetirî 600 malî ji nava Xaneqîn bar kirine, ew jî jibilî xelkê gundan.”