Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsya bihêztir bûne

Rûsya-KDP.info- Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşewî Mela Îbrahîm dibêje, pêwendî û têkeliyên Herêma Kurdistanê li gorî berê, bihêztir bûne.

Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ligel Nûnerê Serokê Rûsya bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Begdanov civiyan û me behsa bihêzkirin û berfirehtirkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsya kir.”

Mela Îbrahîm da zanîn ku wan daxwaz ji Rûsya kiriye ku beşek taybet bi Kurdan li Wezareta Derve ya Rûsya de bê vekirin, da ku têkeliyên wan bihêztir bibin. Herwiha tekez kir ku şanda PDK li Rûsya hewl dide ku çend rêxistinên taybet bi Kurdan ava bike.

Nûnerê PDKê li Rûsya, ji ber ku ezmûneke wî ya mezin li Rûsya heye, tekez dike ku li gorî salên borî pêwendiyên Kurdistan û Rûsya bihêztir bûne.