Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Amerîka dest ji dostên xwe bernade..Têkeliyên wê bi Kurdistanê re bihêztir dike”

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bo Herêma Kurdistanê û civîna wî ligel Serok Barzanî nîşan dide ku çiqasî Serok Barzanî li Iraq û Herêma Kurdistanê lêvegerek e.

Duhî Çarşema 9.1.2019 Mike Pompeo serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serok Barzanî civiya. Derbarê wê serdanê Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka giringiyê bi dostê xwe dide. Amerîka dixwaze bêje ku ewê li Rojhilata Navîn bimînin û dest ji dostên xwe bernadin. Herwiha giringiya wê serdanê di wê yekê de ye ku pêbend e bi hevpeymanî û dostayetiya xwe ligel Herêma Kurdistanê.”

Derbarê civîna Mike Pompeo ligel Serok Barzanî, Hoşyar Sîweylî wiha got: “Ew civîna ligel Serok Barzanî nîşan dide ku Serok Barzanî lêvegerek e li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herwiha nîşan dide ku Serok Barzanî di her cihekî de be, xwedî pêgeheke taybet e.”

Sîweylî wiha domand: “Helwesta Amerîka li hemberî Kurdan piştrast dike ku ew welat dostê Kurdistanê ye û bi hemû şêweyekî hevkariya Kurdistanê dike. Herwiha Amerîka bi vekirina konsulxaneyeke mezin li Hewlêrê nîşan dide ku ew dixwazin li vir bimînin û pêwendî û têkeliyên xwe bihêztir bike û dê ev yek nêzîk bê dîtin ku çawa Amerîka dê têkeliyên xwe ligel Kurdistanê zêdetir pêşve bibe.”