Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Em kar ji bo rêxistina Wezareta Pêşmerge dikin..Pêşmerge dibe hêzeke modern

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û siyasî ji Brîtanya civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.

Îro Pêncşema 10.1.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li General Sîr Conz Lorîmer Şêwirmendê Mezin ê Leşkerî li Brîtanya, ku nûnerê Serokwezîra Brîtanya ye ji bo Rojhilata Navîn. Herwiha di şanda Brîtanya de Balyozê Brîtanya li Iraqê Con Wêlks û Konsulê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Martn War, cih digirtin.

Di wê civînê de, karê hevbeş ê ewlehî di navbera Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî de û herwiha proseya rêkxistina Wezareta Pêşmerge, hatin gotûbêjkirin. Şanda mêvan tekez kir ku ew û Hevpeymaniya Navdewletî bi hevre kar dikin ji bo rêxistina Wezareta Pêşmerge ji bo ku Pêşmerge bibe hêzeke moderin û dê li ser wî karê berdewam bin.

Herdû aliyan tekez kirin ku hevahengiya ewlehî di navbera Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî de dikeve xizmeta aramî û asayişê li navçeyê û dibe hêzek li dijî terorê. Herwiha şanda mêvan tekez kir ku hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê jî ku di dema şerê DAIŞê de encamên wê yên baş hebûn, dê dîsa xwedê encam hebin eger ew hevahengî hebe. Şanda Brîtanya piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya vê serdanê û alîkariyên Brîtanya bo Herêma Kurdistanê kir û got ku Kurdistan amade ye ji her hevahengiyekê re ligel Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo ku rê bê girtin li serhildana DAIŞê.

Nêçîrvan Barzanî û şanda mêvan rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.