Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Emê zêdetir alîkariya Kurdistanê û Pêşmerge bikin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Brîtanya kir û di wê civînê de şanda mêvan got ku welatê wan amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike û zêdetir alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, nexasim di warê perwerdeya leşkerî de bo Hêzên Pêşmerge.

Îro Pêncşema 10.1.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mezin Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn John Lorimer civiyan.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks amade bû, dawî pêşhatên navçê, pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û mîkanîzma hevahengiya zêdetir di warê dijî terorê de hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî hevkariyên Brîtanya ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û pêşwazî li piştevaniya Brîtaniyayê ya di pêngava çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge kir û daxwaz kir ku Brîtanya bi rahênana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be û Herêma Kurdistanê sûdê ji wê programa rahênanê ya pişketî ya ji hêzên Iraqê re hatiye diyarkirin werbigire.

Ji aliyê xwe ve, General John Lorimer anî ziman ku Brîtanya amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike û zêdetir alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, nexasim di warê perwerdeya leşkerî de bo Hêzên Pêşmerge.