Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel şanda serkirdayetiya ENKSê civiya û di civînê de derbarê pêşhatên dawî de, Serok Barzanî rênmayî û şîret da şanda ENKSê.
Serok Barzanî îro Pêncşema 10.1.2019 pêşwazî li şanda Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhatên dawî yên li Sûriyê û guhertinên hevkêşeyên li ser erdê yên Sûriyê hatin nirxandin û şanda mêhvan bi kurtî di derbarê rewşa welatiyên Kurd li Sûriyê û dilgiraniyên wan yên li ser paşaroja Kurd di wî welatî de, gihand Serok Barzanî.
Di beşeke din a vê civînê de, şanda ENKSê sipasa Serok Barzanî kir ku herdem piştevan û xemxwirê gelê Kurd li Sûriye bûye. Herwiha pesnê helwesta vê dawiyê ya Serok Barzanî dan, ku di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê de dilgiraniya xwe nîşan dabû.
Şanda ENKSê daxwaz jî kir ku Serok Barzanî deng û zilma li ser gelê Kurd bigihîne navendên dîplomasî û navdewletî.
Her di vê civînê de, Serok Barzanî di derbarê çawayiya karpêkirina ligel pêşhatên nû û parastina gelê Kurd li Sûriyê rênmayî û şîretên pêwîst li şanda mêhvan kir.