Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pompeo: Amerîka dê her wek şirîk û hevbeşê Herêma Kurdistanê bimîne

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyan û di wê hevdîtinê de Pompeo ragihand ku Amerîka dê wek hevbeş û şirîkê Iraq û Herêma Kurdistanê bimîne.

Di wê hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî jî amade bû, Pompeo kêfxweşiya xwe nîşan da bi serdana xwe ya yekem bo navçeyê û Herêma Kurdistanê û piştre behsa rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên Rojhilata Navîn kir û amaje bi metirsiyên serhildana terorê û karê hevbeş ji bo nehiştina wê, kir.

Herwiha Pompeo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di encamê de beşek ji pirsgirêkên wan hatine çareserkirin, bilind nirxand û tekez kir ku Amerîka dê hevbeş û şirîkê Iraq û Herêma Kurdistanê bimîne.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdana Pompeo kir û herwiha sipasiya alîkariyên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê do demên dijwar de kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê têkeliyên wê yên dostî ligel Amerîka hene û gelek karên hevbeş ligel hevpeymanan kiriye. Herwiha da zanîn ku Kurdistan amade ye ji bo karên hevbeş ji bo girtina rê li pêşiya serhildana terorê, nexasim li wan navçeyên ku aramî û ewlehî li wan bicîh nebûye, ji bo vê yekê jî divê hevahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe.

Derbarê hikûmeta nû ya Iraqê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniyê li hikûmeta Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Iraqê dike û Kurd tê de beşdar in û kar ji bo serxistina karûbarên wê dikin. Herwiha got ku gotûbêjeke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û tevî ku hinek pirsgirêk pêwîstiya wan bi demeke zêdetir heye, lê derfet ji bo destpêkirina gotûbêjeke cidî heye, ji bo serxistina vê yekê jî alîkariya welatên dost bi taybetî jî Amerîka, pêwîst e.