Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Pompeo rewşa Rojavayê Kurdistanê û vekişandina hêzên Amerîka gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyan û di wê hevdîtinê de Pompeo ji Serok Barzanî re biryara vekişandin û kêmkirina hêzên Amerîka ji Sûriyê, şirove kir. Serok Barzanî jî dilgiraniya xwe di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê ragihand û daxwaz kir ku guhertin û pêşhatên nû nebin sedema wê yekê ku gelê Kurd li Sûriyê zêdetir rastî êş û azar û ziyanan bibe.

Îro Çarşema 09.01.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî ligel Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka civiya.

Di civînê de ku Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Steven Fagin Konsolê Amerîka li bajarê Hewlêrê jî amade bûn, gotûbêj di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û şerê li dijî terorê hatin kirin.

Herdû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên helawestî yên di navbera Hewlêr û Bexda de derfetek nû li holê heye.

Wezîrê Derveyê Amerîka tekezî li wê yekê kir ku welatê wan dê şirîk û hevbeşê Herêma Kurdistanê û Bexdayê dimîne.

Pompeo pêzanînên xwe ji bo karê hevbeş yê Amerîka û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû ku bûye sedema bidesthatina serketinê û got: “Pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê me girîng e.”

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Amerîka kir ku di şerê li dijî terorîstan de piştevanê Hêzên Pêşmerge bûye û got ku ji ber hevahengiya di navbera artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge de serkeftineke gelek mezin di şerê li dijî terorê de bi destve hatiye.

Herwiha Serok Barzanî hatina Wezîrê Derve yê Amerîka bo Kurdistanê bi serdaneke girîng û cihê teqdîrê wesif kir.

Di derbarê têkelî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Serok Barzanî jibilî balkişandina li ser keşûhewaya siyasî ya nû li Iraqê tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem di wê baweriyê de bûye ku pirsgirêkên ligel Bexda pêwîst e bi rêya diyalogê û bi awayeke aştiyane bên çareserkirin. Hêviya wê yekê jî xwest ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de êdî bi daliqandî nemînin.

Rewşa Sûriyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Wezîrê Derve yê Amerîka sitratejiya welatê xwe ya li Sûriyê û biryara vekişan û kêmkirina hêzên Amerîka li Sûriyê ji Serok Barzanî re şîrove kir.

Di derbarê rewşa Sûriyê de jî Serok Barzanî dilgiraniya xwe di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê ragihand û daxwaz kir ku guhertin û pêşhatên nû nebin sedema wê yekê ku gelê Kurd li Sûriyê zêdetir rastî êş û azar û ziyanan bibe.