Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo Wezîrê Derve yê Amerîka: Em ber rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji bo qonaxa li piştî DAIŞê daxwaza rêkeftineke sitratejîk nû ji Amerîka kir. Mesrûr Barzanî behsa pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Em ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiran in.”

Îro Çarşema 9.1.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û şanda pê re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên deverê, bihêztirkirina têkiliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, proseya siyasî ya li Iraqê û herwiha rêya pêşdebirina hevahengiya navbera herdu aliyan, ji bo pêşîgirtina li dubareserhildana gefa terorê, hatin gotûbêjkirin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hevahengî û hevkariyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de yên di şerê dijî terorê de bi ezmûneke serkeftî wesif kir.

Mesrûr Barzanî behsa rêkeftina jihevfêmkirinê ya Amerîka û Kurdistanê ku beriya niha ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibû îmzekirin, kir û daxwaza Kurdistanê bi îmzekirina rêkeftineke din jihevfêmkirinê bo pêvajoyên piştî DAIŞê, di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, nîşan da û got ku pêwîst e ev rêkeftina han warên hevkariyên teknîkî, reformên abûrî û ewlekarî lixwe bigire.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa pêvajoya nû ya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku destûr bingeh û çavkaniya yekane ya çareseriya tevahiya kêşeyan e.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman û hêviya wê yekê xwest ku bi çareseriya aştiyane tevahiya eger û metirsiyên şerê wêranker, werin jinavbirin.

Di berdewamiya civînê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî tekezî li ser berfiretirkirin û bihêztirkirina têkiyên navbera Amerîka, Kurdistan û Iraqê kir û pêbendbûna Amerîkayê jî ya ji bo parastina ewlehiya deverê diyar kir.

Pompeo rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bi roleke bi bandor wesif kir û xwesteka welatê xwe ya bo hevahengiya dualî ya bi mebesta pêşîgirtin ji serîhildana metirsiyên teroroê li deverê diyar kir.

Pempeo herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşveçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya wê yekê xwest ku bilez derfeteke baş bo qonaxên avedankirin û pêşdebirina seranserî were afirandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka herwiha hêviya serkeftinê jî ji bo Mesrûr Barzanî di serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir û berfirehtirkirina têkilî û hevkarî û piştgîrîkirina zêdetir ya Kurdistanê diyar kir.