Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Koşka Êlîzê: Macron û Trump li ser parastina Kurdên Sûriyê lihev kirine

Ajans-KDP.info- Herdu serokên Fransa Emmanuel Macron û Amerîkayê Donald Trump li ser parastina Kurdên Sûriyê lihev kirine.

Di daxuyaniyekê de, Koşka Êlîzê ragihandiye ku roja 7ê mehê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî ligel Serokl Amerîkayê Donald Trump kiriye.

Li gor daxuyaniyê, Macron tekezî li ser girîngiya hevahengiyê kiriye bi şêweyekî ku ewlehiya hemû hevbeşan garantîkirî be.

Li gor ku berpirsekî Fransî yê astbilind ji medyayê re aşkere kiriye, Macron peywendî bi her yek ji Serokê Rûsyayê Viladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye.

Li gor heman berpirsî, Serokê Fransayê daxwaz ji her du hevtayên xwe kiriye ku Kurdên Sûriyê bên parastin ji ber wan bi awayekî ciddî şêrê terorê kiriye.