Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Em hewl ji bo hikûmeteke niştimanî û bihêz didin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê Komara Çîk, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyara Sîweylî ragihand ku ew niha hewl didin ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û bihêz li Herêma Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de, Hoşyar Sîweylî sipasiya gel û hikûmeta Çîk kir li ser piştgîrî û hevkariya wan a ku pêşkêşî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.

Sîweyîlî pêwendiyên di navbera Kurdistan û Çîk de bilind nirxand û wek pêweniyeke bihêz û dîrokî binav kir. Herwiha got ku pêwîst e hemû alî pêkve hevkar bin û hevaheng bin ji bo şikandin û lawazkirina wî dijminê hevbeş ku rêxistinên tundrew in, ku ew yek jî tenê bi rêya leşkerî pêk nayê, lê belê pêwîstî bi bernameyeke hevbeş û demdirêj heye.

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexda jî, Hoşyar Sîweylî got ku pir girîng e hikûmeta nû ya Iraqê şaşîtiyên hikûmetên berê xwe dûbare neke û deselat hizra xwe bughere û dest ji piştgukirina pêkhateyan berde û destûrê Iraqê bibe bingeha kar.

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî, wî berpirsê PDKê ragihand: “Danûstandin berdewam in û PDK hewl dide ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û bihêz ku bikaribe parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêze û aramî û pêşxistina abûrî berdewam bike û baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî Kurdistanê bike, ku ew jî erkê sereke yê hikûmetê ye.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Komara Çîk li Herêma Kurdistanê Mîxal Svoboda behsa kar û bernameyên welatê xwe kir, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên perwerde, abûrî, kiltûrî, bazirganî û leşkerî ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Herwiha amaje bi vekirina şaxekê ji Zanîngeha Ostrava li bajarê Hewlêrê kir û got ku ew pêngav ji bo bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan û Çîk in di warê perwerdeyê de.