Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Divê bilez hikûmeta Kurdistanê bê avakirin

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku divê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bilez bê avakirin.

Fazil Mîranî îro pêşwazî li girûpa bi navê “Koma Aştiyê ya Jinên Serkirde” kir, ku hatibûn û projeyeke wan a taybet hebû ji bo beşdariya jinan di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de.

Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û giringiya parastina aramî û lihevkirina navxweyî kir û wiha got: “PDK xebatê ji bo wê yekê dike û divê bilez hikûmeta nû ya Kurdistanê bê avakirin.”

Mîranî wiha domand: “PDK piştevaniyeke mezin li jinan dike û piştevan ji daxwazên wan re ku jin di hemû waran de beşdar bin. PDK ji sala 1952 ve giringiyeke mezin bi sazî û rêxistina dide, nexasim jî rêxistinên jinan.”