Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: Biryara PYDê bi vekirina ofîsên me, derewek bû

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Nûrî Birîmo dibêje, biryara PYDê bi vekirina ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê û vekirina deriyê karê siyasî ji partiyên ENKSê re, derew e û tenê propagende ye.

Duhî PYD li ser ragihandinê belav kir ku wan biryar daye ku deriyê ofîsên partiyên ENKSê vekirin, ku ev demeke dirêj e ew ofîs ji aliyê PYDê ve hatibûn girtin.

Derbarê wê pêngava PYDê, serkirdeyê ENKSê Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew nûçe qet nerast e. Baweriya PYDê bi jiyana siyasî li derveyî hizra xwe, tune ye. Bi fermana wan 56 ofîs û navendên me li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin. Eger PYD rê ji jiyana siyasî re vekir û baweriya wan bi karê hevbeş hat û hişt ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, wê demê emê nas bikin ku rast dibêjin.”

Birîmo wiha got: “Beriya vekirina ofîsan, divê PYD biryara azadkirina zindaniyên siyasî yên ENKSê bide, ji ber ku bi sedan kadir û endamên serkirdatiya ENKSê di zindanên PYDê de ne.”

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekitiya Kurdistanî – Sûriye di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî biryara PYDê û dema ku hevalên me daxwaza wergirtina ofîsê me ji PYDê kirin, çekdarên ku di ofîsê de bûn, ew yek red kirin û serkirdeyên partiya me jî, weke xiyanetkar wesif kirine.

Li gorî daxuyaniyê, aliyê ku ofîs desteser kiriye, hişyaarî daye hevalên wan ku nabe ew nêzîkî ofîsa xwe bibin.

Di daxuyaniyê de Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye tê gotin ku ew vê “zihniyeta xiyantkirinê şermezar dikin” û berpirsiyariya astengkirina hewlên navdewletî û navherêmî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji bo herêmên Kurdî li rojhilatê Feratê dixin stûyê xwediyên vê zihniyetê.