Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê YPGê: Em petrolê nafroşin Herêma Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand ku, ew nûçeyên dibêjin (YPG) bi xwe petrola Rojavayê Kurdistanê difroşe Herêma Kurdistanê, derew in.

Roja 4.1.2019, Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kiriye û behsa wan nûçeyan kiriye ku dibêjin, YPGê petrola Rojavayê Kurdistanê difroşe Herêma Kurdistanê.

Nûrî Mehmûd di daxuyaniya xwe de ew yek red kiriye û ragihandiye: “Em wekî YPG saziyeke parastinê ne, tu karê me bi petrolê re nîne.”

Mehmûd wiha dibêje: “Nûçeyên ku dibêjin YPGê petrolê difroşe Herêma Başûrê Kurdistanê dûrî rastiyê ne û ti eleqeya wê bi YPGê re tune ye.”

Berdevkê YPGê wiha domandiye: “Petrol karê saziyên abûrî yên (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye).”