Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Sersal pîroz kir: Ji ber çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê dilgiran im

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Sersalê peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir û hêvî xwast guhartinên nû bibin sedema baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û got: “Di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê dilgiraniya xwe rabigihînim. Hêvîdar im pêşhatên Sûriyê û ew guhertinên li wir dibin, nebin sedema êş û koçberbûna zêdetir a gelê Kurd li Sûriyê.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi helkefta serê sala nû, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo baştirbûna jiyan û guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û zêdetir pêşketina gelê me, destpêka qonaxeke nû be.

Bi pêwîst dizanim ku spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku di salên derbasbûyî de bi qurbanîdan û berevaniya li hemberî gef û teror û dorpêçan de rawestiyan û dengê xwe yê rewa û aştîxwazane gihandin hemû cîhanê û bi ser plan û hezên neyaran de jî biser ketin.

Niha gelê me di qonaxeke nû de ye û pêwîstî bi parastina destkeftan û bihêzbûn û geşbûnê heye, ew jî ji bo bidestxistina armancên bilind û wan bihayên bilind ên ku gelê me bi dehêm salan ji bo wan xebat kiriye û qurbanî dane.

Di meha Eylûla derbasbûyî de jî gelê Kurdistanê di hilbijartineke demokratîk de daxwaza xwe ji bo guhertin û Kurdistaneke bihêz piştrast kir û pêwîst e ew xwest û baweriya gel di çarçoveya hikûmeteke çalak û bihêz de bê bicîhkirin.

Gelê Kurdistanê bi dirêjahiya xebata xwe herdem alîgirê aştî û diyalogê bûye û niha jî tekeziyê li ser wê yekê dike ku ji bo çareserkirina kêşe û giriftên me yên li gel Bexda bijardeya diyalog û jihevdutêgihiştinê bikar bê.

Di vê peyamê de bi derfet dibînim ku di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê dilgiraniya xwe rabigihînim. Hêvîdar im pêşhatên Sûriyê û ew guhertinên li wir dibin, nebin sedema êş û koçberbûna zêdetir a gelê Kurd li Sûriyê. Bêguman bi hebûna tundutîjî û înkarkirinê ew kêşeyên ku niha hene gelekî zêdetir dike.

Pêwîst e hemû aliyek bi başî wê yekê fêm bike ku navçeya me êdî nikare berevaniyê li wan hemû kêşe, tundutîjî, teror, tundî û nearamiyê bike. Erkê civaka navdewletî ye ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê ku sînorekî ji bo wan nearamîxwaziyê re deyne û êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan rastî êş û wêrankariyê nebin û neyên êşandin.

Di sala nû de bi hêviya wê yekê ku aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me bi hêztir bibe û hêviya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî

31.12.2018”