Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiran û xemgîn in

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê dilgiraniya xwe anî ziman û ragihand ku gerek rewş li wir negihîştiba vê qonaxa niha.

Serok Barzanî îro 20.12.2018 li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bûyer û pêşhatên vê dawiyê li Sûriyê û bi taybetî jî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê dilgiranî û xemgîniyê ye.

Berê jî li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û ew rewşa li Rojavayê Kurdistanê dirust bûye, me têbînî û nîgeraniya xwe ragihandibû û gerek rewş negihiştiba vê qonaxa niha.

Hejmareke pir mezin ji welatiyên Kurd ên Sûriyê di jiyana koçberiyê de dijîn û herwiha ji ber êrîşa terorîstên DAIŞê û rewşa xerab a siyasî û ji ber gefên din ên salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriyê gelek êş dîtine û hê jî şerê DAIŞê bi dawî nebûye.

Hêvîdar im bûyerên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebin sedema wê yekê ku tûndutîjî û şer zêdetir û geştir bibe û êdî welatî û gelê Kurd li Sûriyê êş û azarên zêdetir nebînin.

Mesûd Barzanî

20.12.2018”