Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: PYD pêşwaziyê li Tikriyê dike lê li Pêşmergeyên Roj nake

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa ENKSê li Herêma Kurdistanê Nûrî Birîmo ragihand ku Amerîka daxwaz dike ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê û ji bo wê yekê jî daxwaz ji PYDê kiriye, lê PYD her hêzekê qebûl dike eger hêza Tirkiyê be jî, lê Pêşmergeyên Roj qebûl nake.

Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewl hene ji bo vegerandina Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê, lê PYD razî nabe û amade ye pêşwaziyê li her hêzekê bike, eger hêza Tirkiyê jî be, lê ne amade ye pêşwaziyê li Pêşmergeyên Roj bike.”

Birîmo wiha got: “Çend civîn bi serperiştiya Amerîka hatine kirin û şandeke amerîkî çûye Rimêlan û hêzeke pêşmergeyên Roj ligel wan çûye, lê lihev nekirine û PYDê ji wan re gotiye eger hûn vegerin bo Rojava dê şer derkeve. PYDê gotiye eger hûn vegerin divê hûn bên ligel me şerê Tirkiyê bikin, lê em wê yekê qebûl nakin ji ber ku Tirkiye welatekî cîran e û 700 km sînorê me pê re ye û welatê duyem e di NATOyê de, lewma em daxwaz dikin ku pirsgirêk bi gotûbêjan çareser bibin ne bi şer.”

Berpirsê Ofîsa ENKSê li Herêma Kurdistanê wiha domand: “Amerîka bêhêvî bûye, ji ber ku çiqasî hewl dide nikare wê ji PKKê cuda bike, lewma jî ji aliyê Tirkiyê ve metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye, ji ber ku hevahengî di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye. Ez dibêjim ligel nemana DAIŞê dê YPG jî bidawî were.”