Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi serperiştiya Amerîka Hêza Pêşmergeyên Roj û PYDê civiyan

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed ragihand, îro bi serperiştiya Amerîka Hêza Pêşmergeyên Roj û PYDê derbarê çûna Pêşmergeyên Roj civiyan.

Muslim Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha 150 Pêşmerge wek desteya gotûbêjan ligel Hêzên PYDê derbarê Hêza Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê civiyan û ji bo vegera Pêşmerge bo Rojava li hêviya PYDê ne.”

Mihemed wiha got: “Ji zû de ENKS daxwaz dike ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê da ku ew jî ligel ciwanên Rojava parastina navçeyên Rojavayê Kurdistanê bikin, lê heta niha PYDê nedihişt vegerin.”

Hesen Xêrî ji ragihandina ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha 150 Pêşmerge li Rimêlan in bi mebesta ku stendina razîbûna îdareya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo ku ew jî parastina Rojavayê Kurdistanê bikin, ku ev çendîn sal e xelkê Rojavayê Kurdistanê li hêviya vegera wan e.”