Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Partiya Zehmetkêşan: Azadiya siyasî ya Kurdistanê destkeft e û bila parastî be

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê re şand û tê de got ku Azadî û firehaliya siyasî yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ye û berhema qurbanîdana gelê me ye û pêwîst e em hemû wê geş bikin û biparêzin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayên birêz ên li Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên (Kedkarên) Kurdistanê

Bi sedema sî û sêyemîn salvegera damezrandina partiya we, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endamên polîtbûroyê û Serkirdayetî û hemû kadir û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Azadî û firehaliya siyasî yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ye û berhema qurbanîdana gelê me ye û pêwîst e em hemû wê geş bikin û biparêzin.

Bi vê helkeftê û di erk û çalakiyên we yên ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên gel û birayetî û tebayiya siyasî ya li Kurdistanê de hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
13.12.2018