Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo Nadiya Murad: Êşa Êzdiyan bigihîne hemû cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li keça Kurda Êzdî ya rizgarbûya destê DAIŞê û xwediyê xelata Nobel a Aştiyê Nadiya Murad kir.

Mesûr Barzanî di vê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî bi boneya wergirtina xelata Nobel a Aştiyê pîrozbahî li Nadiya Murad kir û hêvî kir, ku hewl û şiyanên xwe bi kar bîne ji bo gihandina karesat û êşa Êzdiyan bi civaka navdewletî û dermankirina birînanên wan û dabînkirina xizmetguzarî û avedaniyê bo devera wan.

Mesrûr Barzanî, nêrîna xwe li ser parastin û rola Êzdiyan wek beşeke resen û qutnebûyî ji gelê Kurdistanê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo rêgirtina ji dubarebûna bûyerên hevşêwe pêşkêş kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, herwiha ragihand, ku bi alîkariya aliyên fermî yên pêwendîdar, ew kar dikin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vekirina rêyan, daku xizmeteke zêdetir bigehe deverê.

Ji aliyê xwe ve jî Nadiya Murad ji ber vê derfetê spasiya Mesrûr Barzanî kir, herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, ku bi hawara Kurdên Êzdî çûye û ew parastine û alîkariya wan kiriye.

Nadiya Murad tekez jî kir, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku êş û azara Êzdiyan bi giştî û bi taybet jî keç û jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞê bibe pêş civaka navdewletî bo sizadana çekdarên DAIŞê.