Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Murad rewşa Êzdiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêncşembiyê 13ê Kanûna 2018ê pêşwazî li keça Kurda Êzdî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad kir û her du aliyan di derbarê rewşa Kurdên Êzidî de gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li keça Kurda Êzdî Nadiya Murad kir û hêviya serkevtinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser hemû cure piştgiriyekê bo kar û çalakiyên mirovî yên Nadiya Murad ên di ber aştiyê û xizmetkirina qurbaniyên Êzdî û gihandina dengên wan bi cîhanê, hewlên jibo rûbirûbûna terorê û cezakirina terorîstên DAIŞê û nasanduna kêysa Êzdiyanweke cenosîd li cîhanê û parastina wan, kir.

Keça Kurda Êzdî ya rizgarbûyî ji destê DAIŞê û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad jî di vê hevdîtinê spasiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û bi kurtî behsa serpêhatî û trajediya xw eû Êzdyan kir û amaje bi hewlên xwe yên jibo vegerandina aramî û aştiyê bo civaka Êzdî û tevahiya qurbaniyên destê terorê bi giştî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Nadiya Murad behsa rewşa niha ya Êzdiyan û bi taybet jî navçeya Şingalê kir û daxwaz kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di avedankirina Şingalê û navçeyên din ên êzidiyan de, vegerandina awareyan û jiyanê û parastina seqamgîriya li navçeyê, rola xwe bilîze.

Her di heman hevdîtinê de, Nadiya Murad nusxeyek ji pirtûka xwe ya bi navê Keça Dawîn ku bi ingilzî hatiye çapkirin, weke diyarî pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kir.