Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Ji ber helwestên neteweyî xelkê Kurdistanê PDK xelat kirin..Emê jî xizmeta wan bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku di hilbijartinan de soz daye ku serkeftinên mezin bi dest bixin û reformên mezin bikin. Hikûmeteke bihêz dê were pêkanîn û dê guhertinên bingehîn werin kirin.

Îro Çarşema 12.12.2018 li Duhokê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî merasîma bîranîna 57 saliya Destana Lomana – Zawîte yên ser bi Dihokê ve, birêve çû.

Merasîma ku ji aliyê xebatkarên kovara "Senger û Pêşmerge" ve hatibû rêkxistin, tê de hejmarek ji berpirsên serbazî û hizbî û îdarî yên Kurdistanê û hejmarek ji hevniştimanî û malbatên şehîdan, amade bûn.

Di vê merasîmê de Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de behsa berxwedana gelê Kurd û şoreşa Eylulê û herwiha bîranîna Destana Lomana – Zawîte kir û ragihand, 12.12.1961 ne tenê rojeke dîrokî ye, lê belê rojek e ku dîrokek dirust kir. Di wê serkeftina mezin de piştrast bû ku eger îradeya bihêz hebe, serkeftin mîsoger e, îrade jî ji hemû çekek bihêztir e.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa şoreşa Eylûlê kir û got ku ew şoreş berdewama şoreşên berê bû. Lê belê şoreşeke seranserî bû û ji çarçoveya navçeyî derketibû, hemû çîn û tiwêj û pêkhat û navçeyên Kurdistanî li xwe girtibû, îrade û bawerî bi xwebûnê li cem mirovê Kurd dirust kir.

Serok Barzanî, qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge ya niha jî vegerand bo wê canfîdaya Pêşmerge ku di şoreşa Eylûlê de hate çespandin û niha kur û keç û nifşê nû yê Pêşmergeyên wê şoreşê vê şanaziyê derbas kirin. Serok Barzanî mînak jî bi serkeftina Pêşmerge ya bi ser terorîstên DAIŞê anî.

Serok Barzanî behsa berxwedana Pêşmerge kir û got: “Eger Pêşmerge nebûya niha xelkê Kurdistanê ev jiyan û azadiya niha nedidîtin. Pêşmerge piştrast kir ku her dema kerameta welatê wî bikevê metirsiyê, amade ye di ber niştiman de canê xwe bide.”

Serok Barzanî herwiha behsa jiyana serbilindane ya mirovan kir û got mirov divê yan di nava gelê xwe de bijî, an jî di ber gelê xwe de xwe bike qurbanî. Serok Barzanî wiha domand ku cihê şanaziyê ye ku şandên welatên biyanî û cîhana derve bi serbilindiyê behsa Pêşmerge dikin û qurbanîdana wan bilind dinirxînin.

Di derbarê rewşa nû ya siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê de jî Serok Barzanî got: “Serkeftina PDK di hilbijartinên vê dawiyê de, ji ber wê yekê bû ku gelê Kurdistanê PDKê xelat kir li ser helwestên wê yên neteweyî û bi vê pêgehê PDK di herdû hilbijartinan de bû partiya yekem li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Di derbarê proseya siyasî ya Iraqê jî û hikûmeta nû ya Iraqê Serok Barzanî ragihand: “ Adil Abdulmehdî kesekî têgihîştî ye û bawerî wî bi mafên gelê Kurdistanê tê û ji zû de ez wî nas dikim û em di proseya siyasî ya nû li Iraqê de piştevaniyê lê dikîn û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazin. Niha derfeteke nû ji bo diyalog û jihevdû têgihiştinê hatiye holê û me herdem hewl daye ku kêmtirîn derfet ji bo diyalogê ji dest nedîn.”

Serok Barzanî wiha domand: “Heta em ligel Iraqê bin, em dixwazin em û wan dost û piştevan û hevkarê hevdû bîn. Em herdem li dijî şer û tundiyê ne. Lêbelê tu demekê jî em li hemberî hêza zordar teslîm nabin. Hêviya me heye ku pirsgirêk û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin.”

Di dawiya gotara xwe de Serok Barzanî geşbîniya xwe ya di derbarê rewşa nû ya Herêma Kurdistanê de nîşan da û ragihand: “Rewşeke nû çêbûye ku ligel qonaxên berê cûda ye. Me daxwaza wê yekê heye ku guhertin û çaksaziyên berfireh bêne kirin, PDK jî dê wê baweriya ku gelê Kurdistanê dayê, ji bo xizmetkirina gelê xwe bikar bîne.”

Her di vê merasîmê de fîlmekî dokumenterî di derbarê Destana Lomana – Zawîte de hat pêşandan, paşê (Tabloya Semaya Pêşmerge) ji aliyê hejmarek kur û keçên hunermend ve hat pêşkêşkirin.