Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polonya: Kurdistanê alîkariya koçberan kir û ev yek cihê şanaziyê ye li cem me

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, gelê Kurdistanê bi mirovdostiya xwe bi milyonan koçber û penaberên Iraqî yên ku ji ber zilm û zorê reviyane, hewandiye û vê yekê jî wek wezîfeyeke mirovî dibîne.

Îro 12.12.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîra Karûbarên Mirovî ya Polonya Beata Kempa û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku balyoza Polonya ya Iraqê Beata Peksa û konsûlê Polonya yê Hewlêrê Dominik Mushaw û nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Polonya jî amade bûn, behsa rewşa mirovî bi taybet koçber û penaberên ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, hat kirin û tekesî li ser wê yekê hat kirin ku dizê dezgehên mirovî û navdewletî zûtir bi hewara mexdûr û belengazan de bên û alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê zêdetir bikin. Pêwendiyên Kurdistan û Polonya jî hatin axaftin û daxwaza pêşxistina wan pêwendiyan hat kirin.

Mesrûr Barzanî behsa çanda mirovdostî û hewandina gelê Kurdistanê kir û ragihand, gelê Kurdistanê bi mirovdostiya xwe bi milyonan koçber û penaberên Iraqî yên ku ji ber zilm û zorê reviyane, hewandiye û vê yekê jî wek wezîfeyeke mirovî dibîne.

Wezîra Karûbarên Mirovî ya Polonya behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî kir û kêfxweşiya xwe bi kandîdbûna Mesrûr Barzanî bo serokatiya hikûmetê nîşan da û jê re serkeftin xwest.

Beata Kempa pesnê Herêma Kurdistanê di hewandin û parastina koçber û penaberan de û ragihand, ew karê ku Herêma Kurdistanê di warê bicîhbûn, xizmetguzarî û perwerdeya penaberan de kiriye, karekî gelekî hêja û mezin e û cihê şanaziyê ye.