Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî di merasîma manora serbazî de beşdar bû

Zaxo-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî merasîma bidawîhatina xuleke nû ya efseran di Akademiya Zaxo de birêve çû.

Îro Çarşema 12.12.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî merasîm bidawîhatina 24. xula Akademiya Efserên Herêma Kurdistanê li Zaxo birêveçû.

Di merasîmê de ji bilî encamdana manora serbazî bi awayeke rêpêvan, herwiha Ragirê Kolêja Serbazî gotarek pêşkêş kir, paşê helbest hatin pêşkêşkirin.

Dawiyê de jî bawernameya Akademiyê bi ser derçûyên xulê ve hat belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku 395 efser bi pileyên cûda cûda de beşdarî di xula 24ê a Akademiya Serbazî ya Zaxo de beşdar bûn û li ser bingeha zanistî serbazî ya nû ji bo 9 mehan meşq bi wan hat kirin û bûne efserên akademî.