Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Amerîka: Em û Kurdistanê karê hevbeş dikin..Derfetên baş hene

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê James Rick Perry piştî civîna ligel Serok Mesûd Barzanî got: “Amerîka û Herêma Kurdistanê karê hevbeş dikin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir ji bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene.”

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry îro Sêşembî 11ê Kanûna 2018 bi serdanekê gihîşte Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Rick Perry li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Serok Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û şanda pê re hevdîtineke pêk anî.

Serok Barzanî û James Rick Perry piştî hevdîtinê civîna rojnamevanî pêk anîn.

Destpêkê Serok Barzanî di kongreyê de ragehand ku, wî li gel Wezîrê Wizeyê yê Amerîkayê James Perry pêwendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê de û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Serok Barzanî wiha got: “Em bi kêfxweşî dibînin ku derfetên nû çêbûne û ev yek hêviyên me geş dikin. Me dubar anî ziman ku em ligel wê yekê ne ku tevahiya pirsgirêkan bi rêya diyalogan bêne çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Enerjiyê yê spasiya Serok Barzanî li ser pêşwaziya wî kir û got: “Hevdîtinek berhemdar bû. Em kêfxweş in ku rêkeftinek mayînde di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk hatiye.”

Perry amaje bi rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û wiha pê de çû: “Bi saya wan îro ev gel bi azadî dijî. Piştî azadî û ewlehiyê derfetên baş çêbûne. Îro li herêmê aramî pêk hatiye. Ev derfeta baş me di warê veberhênanê de jî han dide. Êdî dema behskirina binêsaziya aboriyek baş hatiye. Sedema sereke ya serdana min ew e ku ji bo avakirina dahatutyek baş mercên guncav pêk bînin.

Perry herwiha da zanîn ku Amerîka û Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên girîng ên enerjiyê ne û got: “Di hevdîtina ligel Serok Barzanî de me behsa xalên hevbeş û warê min Teksas û Kurdistanê kir. Me got ku li ber gelê Kurdistan û Amerîkayê de çavkaniyên enerjiyê yên baş hene. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir ji bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene”