Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina li gel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê de, tekezî li ser encamdana reforman di saziyên hikûmetê û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektora giştî û taybetî ya Herêma Kurdistanê de kir.

Îro Duşema 10.12.2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wileks û şandeke pê re, ku ji Lord Francis Mod û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Kurdistanê, Maretn War pêk hatibû, kir.

Di vê civînê de, Nêçîrvan Barzanî û John Wilkes derbarê çend mijarên weke rewşa navçeyê, xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û hewlên jibo bêtir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û hevkariyên Brîtanya bo Kurdistanê di rojên zehmet de kir û behsa programa berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya reforman di dezgehên hikûmetê de kir û tekezî li ser berdewamiya reforman û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektorên giştî û taybetî de kir.

Balyozê Brîtanya li Iraqê, John Wilkes jî di vê hevdîtinê de behsa geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li navçeyê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Brîtanya bo Herêma Kurdistanê û diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir.

Balyozê Brîtanya yê li Itaqê herwiha encamdana reforman di saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bilind nirxand, ku ew demek e di warên cuda cuda de dest pê kiriye.