Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji Patriyakê Dêra Aşûrî re şand

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Qedasetê Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe re şand. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo Qedaseta Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe, Patriyakê Dêra Aşûrî ya Rojhilat li Cîhanê

Bi xemeke zêde ve me nûçeya koça dawî ya xuşka we ya rêzdar xwedê jêrazî xanima Danyal Silêwe bihîst. Bi vê helkefta xemgîn ve sersaxiyê li cenabê we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im sebir û aramiyê bi hemû aliyek bide û giyana xwedê jêrazî jî şad be

Mesûd Barzanî
09.12.2018”