Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qaymeqamê Mûsilê: Em spasiya Serok Barzanî dikin

 

Mûsil-KDP.info- Piştî ku qaymeqamê Mûsilê daxwaz ji Serok Barzanî kir bi hewara xelkê Mûsilê ve biçe ji ber ku lehî li Mûsilê çêbibû, Serok Barzanî jî bersiva bangewaziya qaymeqamê Mûsilê da û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî erikdar kir ku alîkariya xelkê Mûsilê bike, Qaymeqamê Mûsilê Zuhêr Ehrcî ragihand: “Em spasiya helwesta Serok Barzanî dikin.”

Zuhêr Ehrecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em bi gotinê nikarin spasiya helwesta mirovane ya Serok Barzanî dikin, ji ber ku bilez bi hewara me ve hat û her tiştê ku ji me re pêwîst bû, kir. Ev yek jî vedigere bo helwesta mirovane ya Serok Barzanî.”

Ehrecî wiha got: “Ev helwesta Serok Barzanî ji xelkê Mûsilê re ne tiştekî nû ye, jmmkmo./koki ber ku ji berê de alîkariya me dike û her koçberên parêzgeha me li Herêma Kurdistanê hewandine û alîkariya wan kirine.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ofîsa Mûsilê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rizgar Ubêd ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî banga qaymeqamê Mûsilê ji bo Serok Barzanî, me bilez hemû alîkariyên pêwîst amade kirin û niha em wan alîkariyan didin malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine.”

Ubêd wiha got: “Ev alîkariyên ku em ohmgmm,belav dikin, çend karwan in û di çend rojên bê de emê alîkariyên zêdetir ji wan re bînin.”