Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî û hêzên Iraqê nahêlin alîkarî bighên Çiyayê Şingalê

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandeya Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nahêlin rêxistinên navdewletî û xêrxwazî alîkariyan bighînin koçberên ser Çiyayê Şingalê.

Ew welatiyên ku ser Çiyayê Şingalê mane, jibilî tirsa ji bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê û vegera DAIŞê û ji ber zilma Heşda Şeibî, niha di rewşeke xerab de ne û alîkarî nagihên destê wan, lewma dixwazin vegerin parêzgeha Duhokê.

Qasim Şeşo derbarê rewşa wan koçberên ser Çiyayê Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Di vê sermaya Zivistanî ya ser Çiyayê Şingalê de, çavê koçberan li alîkariyan e, rêxistinên navdewletî dixwazin alîkariyan ji wan re bibin, lê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê rêgiriyê li wan dikin.”

Şeşo wiha got, Heşda Şeibî nahêle alîkarî bighên Çiyayê Şingalê ji ber ku koçberên li wir xwe nadin destê Heşda Şeibî û xelkê Şingalê wê îdareya ku niha li Şingalê heye, wek nerewa û neyasayî dibînin.